Ji bo nûçya Tirkî bitikîne
Rûniştina heştem ya doza Nîhat Kazanhan (12) ku di 14ê Çileya 2015an de li Cizîrê di encama gulereşandina polêsan de hatibû kuştin, li 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Cizîrê îro hat kirin.
Rûniştana dozê di saet 10:00an de dest pê kir.
Di çarçoveya doza hatiye vekirin de 5 polês tên dadkirin. Ji wan tenê polêsê bi navê M.N.G. girtî ye.
Parêzerê M.N.Gê îdia kir ku dema Kazanhan hatiye kuştin muvekilê wî dûrê cihê bûyerê bûye û di menzîla Kazanhanî de nebûye.
Çekê ku Kazanhan pê hatiye kuştin yê M.N.G.ê bûye û ew ji ber wê yekê girtî ye. Ew polêsên din jî her çiqas ku bûne şahidên bûyerê ti tiştek naynin ziman û bi awayekî negirtî tên darizandin.
Li ser wê îdiayê parêzerê malbata Kazanhan Rojhat Dilisiz mafê axavtinê hilda û rapora ku ji hêla heyeta Wezareta Karên Navxweyî hatiye çêkirin bi bîr xist û got: ‘Mufetişên wezaretê jî di raporê de destnîşan kirine ku bi awayekî hedefgirtî gule hatiye reşandin.’
Parêzer Dilsiz her wiha got:‘Gumanbaran digotin ku wan teqmîn nekirine kû werin girtin. Gelo sedema jixwebaweriya wan ji ku tê?’
Yek ji parêzerên malbata Kazanhan Ahmet Ozmen jî got: Li Tirkiyeyê di warê edalet û dadkirinê de pirsgirêka herî mezîn cezanedayîn e.’
Parêzerên Baroyê: Wê di encama lêpirsîna FETOyê de derkeve holê
Parêzerên baroyê ku bûne mudaxilên dozê jî ragihandin ku bi kuştina Kazanhanî hewl dane ku di nav civakê de rewşa înfîlayê pêk bînin û daxwazên ji bo aştiyê jî hewl didin ku bifetisînin. Parêzeran ragihandin ku di îdianameya FETOyê de jî derketiye holê ku çalakiyên bi wî awayî hewl dane ku pêk bînin û wiha gotin:
‘Eger lêpirsîna derbarê FETOyê were kirin, wê derkeve holê ku ev çalakî ji bo tevlihevî û alozîderxistinê hatiye kirin.’
Dadgehê taleba tehliyekirinê ya gumanbarê bi navê M.N.G. red kir. Dozê taloqî 23ê Îlonê kirin.
Çi bûbû?
Nîhat Kazanhanê 12 salî di 14ê Çileya 2015an li Cizîrê di encama gulereşana polêsan de hatibû kuştin.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî kuştina Kazanhanî ragihandibû ku ti polêsekî ji wê bûyerê berpirsyar nîne, lêbelê dimenên kameraya polêsan ku di medyayê de hat belavkirin û derketbû holê bû ku Kazanhanî ji hêla polêsan ve hatiye kuştin.
Li ser wê yekê derbarê 4 polêsan de doz hat vekirin. Polêsan di îfadeyên xwe de gotin ku ‘me nediye, nebîhîstiye û em nizanin.’ Piştî rûniştina dozê polêsê bi navê M.N.G hatibû girtin.
Doz ji hêla dadgehê ve taloqî 23ê Îlonê hat kirin.
(HK/YO)