Komîsyano Çevdêriya li Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) di Rapora Girtîgehan a Meha Tîrmehê-2016 an de li girtîgehan pêkanînên rewşa awarteyê (OHAL) daxuyandin.
Agahiyên di wê raporê de ji gilînameyên gihştine wan û parêzerên endamên komaleyê ku bi girtiyan re hevdîtin kirine, hatine wergirtin. Di wê raporê de hat diyarkirin ku mafên ragihand û hevdîtinê yên girtiyan tê astengkirin û li girtîgehan tûndkirin jî zêdetir bûye.
Tûndkirina li dijî girtiyan zêdetir bûye
Di wê rapora ku îro hat eşkerekirin de, li girtîgehan mafên tên binpêkirin wiha ne:
*Sewqkirina li girtîgehên dinê re di vê demê zêdetir bûne. Ji ber ku girtiyên naxwazin werin sewqkirin, rastî îşkenceya fizîkî tên. Gelek kesên girtî dema sewqkirinê de birîndar bûne.
*Dema sewqkirinê an girtina cara yekem de zorê li kesên girtiyan dikin ku bi awayekî tazî werin konrtolkirin. Yên vê yekê qebûl nakin jî rastî îşkenceyê tên.
*Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (BHQ) ve mafên telefonkirin û hevdîtinê yên girtiyan tên astengkirin. Li girtîgehan hemû faliyetên sosyal hatin rakirin û tecrîtkirin jî gelek giran bûye.
*Beriya niha girtiyan hefyek carek dikaribûn 10 deqîqe bi telefonê biaxivin, lê niha 2 hefte careke dikarin vê mafê xwe bi kar bînin.
Gelek rojname û qanalên televizyonê hatin qedexekirin
*Mafê hevdîtinê ya girtiyan jî tê astengkirin. Girtî tenê dikar bi xizmên xwe yê sereke re hevdîtin pêk bînin. Yanê ji xeynî dê, bav, xwişk û birayên wan zêdetir nikarin bi ti kesî re hevdîtin bikin.
*Bi biryara dozgeriyê ve li hin girtîgehan 2 hefteyan carek ancax hevdîtina bi malbatan re tê kirin.
*Nahêlin ku rojnameyên weke Evrensel, BirGun, Cumhuriyet bigihêje destê girtî/mehkûman û hin qanalên televizyonê jî hatine qedexekirin. Ev pêkanîna hanê beriya hewldana derbeya 15êTîrmehê jî hebû lê di vê dema hanê de zêdetir bûye.
Hevdîtinên bi parêzeran re
*Wextê hevdîtinên muvekil-parêzer tên kêmkirin û zorê li wan dikin ku dema hevdîtanê de gardiyan jî li wir bin û hevdîtinê qeyd bikin.
*Li hin girtîgehan di jimartina sibê û êvarê de zorê li girtiyan dikin ku tekmîl bidin û li ser piyan bin. Girtiyên ku vê yekê qebûl nakin jî kutan dixwin.
‘OHAL heye, em nikarin kesî bibin nexweşxaneyê'
*Girtiyên siyasî ku li hemberî van pêkanînan de mafê xwe yê berxwedayînê pêk tînin jî rastî êrişên giran tên û di encamê de li gelek girtîgehan qawîş û hucre tên şewitandin û binpêkirinên nû çêdibin.
*Mefên girtiyên nexweş ku gelek caran ji xwe dihat astengkirin bi ragihandina OHALê re bi hincetên ‘OHAL heye, rîng nîn e, wezîfedar nîn e, rojev giran e’zêdetir tên astengkirin.
(AS/YO)