Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li 13 gundên girêdayê navçeyên Lice, Farqîn, Pasûr û Hezroyê bi hinceta dê operasyon were lidarxistin derketina derve hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê ku li ser rûpela wan ê fermî de hatiye weşandin, gundên ku lê derketina derve hatiye qedexekirin wiha ne:
*Li gundên Pasûrê yên wek İslamkoy, Dolun, Narlica, Yaylak û Agaçkorur;
*Li gundên Farqînê yên wek; Keklikdere, Gorentepe, Uçbasamak, Onbaşilar, Boyunlu, Kayadere û Taşpinar,
*Li gundên Liceyê yên Çirali, Kiyikoy, Dallica, Tureli, Kutlu,
*Li Hezroyê sînorên ku lê derketina derve hatiye qedexekirin bi awayekî zelal nehat diyarkirin.
Qedexeya duh hat rakirin
Li herêmên girêdayê 3 navçeyên Farqîn, Hezro û Qulpê jî duh di saet 17:00an de derketina derve hatibû qedexekirin. Hat ragihandin ku ew qedexeya duh îro ji saet 04:00an şûn de hatiye rakirin.
(AS/YO)