Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cîgira Serokê Meclisa Giştî yê Colemêrgê Sibel Çapraz ku li Geverê di Cotmeha 2015an de tevli çalakiya dengderxistinê bûbû û hatibû birîndarkirin û bi wî halê xwe piştî binçavkirinê hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tipa R ya Menemenê. Rûniştina yekem ya doza Çaprazê îro hat dîtin.
Doz îro Dadgeha Cezayê Giran ya Geverê hat dîtin û Sibel Çapraz ji Îzmîr Menemenê bi riyya telekonferansê beşdarê dozê bû.
Çapraz bi îddiayên weke ‘tehrîkkirina gel’ û ‘endambûna rêxistinê’ tê sûcdarkirin.
Parêzerê Çaprazê Davut Uzunkopru derbarê mijarê de ji bianetê re axivî.
Davut Uzunkopru diyar kir ku heyeta dadgehê nû hatiye tayînkirin, îfadeyên şahidan tevlihev in, şahidên ku beşdarê rûniştinê bûner jî îfadeyên xwe betal kirine.
Parêzeran ragihandine ku destekî Çaprazê bi temamî şil bûye û nikare bi kar bîne û naxweşiya wê jî hre çiqas ku anîbin ziman jî daxwaza serbest berdanê hatiye redkirin.
Rûniştina duyem di 25ê Cotmehê de ye
Dadgeha ku daxwaza serbestberdanê red kir, rûniştina dozê jî taloqî 25ê Cotmehê kir.
Malbata Çaprazê dibeje ku ew heta niha 15 caran hatiye ameliyatkirin, dê 4 caran jî wer ameliyatkirin û ji ber nexweşî û aciziyên xwe ew nikare bi tenê xwedî li xwe derkeve. Malbatê ji ber van sedeman daxwaz kir ku Sibel Çapraz serbest were berdan.
Bijîşkê wê: Xetereya mirinê heye
Bijîşkê bi navê Çetin Kotan ku wî li Wanê Sibel Çaprazê derman kiribû di maila xwe ya ku ji parêzarên wê re şandibû de wiha gotibû: ‘Bi emeliyata pêşiyê rûviyê stûr ê ji zikê [Sîbel Çaprazê] hatî derêxistin divîya piştî sê mehan di zikê wê de bihatiya bi cih kirin. Ev pêwîstiyeka tibbî ye. Nekirina emeliyatên serastkirina laşî dê xetera mirinê çêbike.’
Dadgerê ku derbarê wê de biryara girtinê dabû hat binçavkirin
Li gorî nûçeya Yuksekova Haberê dadwerê ku derbarê Çapraz de biryara girtinê dabû, di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de hat binçavkirin.
(EA/YO)