Ji bo nûçeya Tirkî
Hevsera Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku bi awayekî hovane hatibû qetilkirin Turkan Elçi di hesabê xwe yê twitterê de derbarê îşkenceyê de peyamekê parve kir.
Piştî ku di 15ê Tîrmehê de hewldana derbekirinê pêk hat û wêneyên îşkencekirinê ku li kesên hatine binçavkirin hatine kirin hêjî tên parvekirin.
Turkan Elçi di peyama xwe ya twitterê de got: ‘Eger ku hûn qatilê hevserê min binçav bikin, nebî nebî îşkenceyê lê nekin. Hevserê min hemû emrê xwe bi tekoşîna li dijî îşkenceyê derbas kir. Ji ber vê divê qatilê wî jî bi awayekî adil bête darizandin.’
Bir ihtimal ,eşimin katilini gözaltına alırsanız sakın işkence yapmayın.İşkenceye karşı ömrünü adamış birinin katili bile adil yargılanmalı
— Türkan ELÇİ (@turkan_elci) 20 Temmuz 2016
Lêpirsîn berdewam dike
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi di 28ê Cotmeha 2015an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê ji bidawîbûna şer û qedexeyan daxuyanî dida ji çapemeniyê re hatibû kuştin.
4 meh piştî kuştina Tahir Elçî paşê li cihê ku lê hatibû qetilkirin lêkolîn hat kirin.
Heta vê demê ti doz nehatiye vekirin û derbarê lêpirsînê de jî biryara veşartinê heye.
(NV/YO)