Serokatiya Karên Diyanetê daxuyand ku cenazeyên wan kesên ku di hewldana derbekirinê de cih girtine, wê ti xizmet neyê kirin.
Diyanetê di daxuyaniya xwe de got ku ‘ew tezkiye û duayên birayên xwe yên mumîn heq nakin’ û destnîşan kir ku wê li ser cenazeyên wan kesan ve sela neyê xwendin, teçhiz, tekfin û nimêja cenazeyê jî dê bo wan neyê kirin.’
Diyanet: Ew kesên ku aqubeta dewlet û gelên me hedef girtine wê ji xizmetên dînî bêpar bin
Di daxuyaniya Diyanetê de wiha hat gotin:
‘Mêja cenazeyê tezkiye û dua ye ku bo keseke mumîn ji hêla birayên wî ve tê kirin. Lêbelê ew kesên mirî bi wê hewildana xwe ne tenê yên kesan hiqûqa hemû gelê xwe binpê kirine. Ji ber vê jî ew kesana heq nakin ku birayên wan ên mumîn bo wan mêja cenazeyê bikin. Ji ber van sedeman wê li ser cenazeyên wan kesan ve sela neyê xwendin, teçhiz, tekfin û nimêja cenazeyê jî dê bo wan neyê kirin.’
Wekîlê AKPê û muftî nehiştibû ku cenaze were definkirin
Şaredarê AKPî yê Bajarê Mezin ê Orduyê Enver Yilmaz ji bo Nedim Şahinê ku di encama hewldana derbekirinê de hatibû kuştin re cihê definkirinê neda û got: ‘Ordu ne bajareke wisa ye ku xayînên welêt di nava xwe de bihewîne û cenazeyên wan di axa xwe de veşêre.’
Mufiyê Orduyê Mustafa Kolukisaogluyî jî talîmat da hemû wezîfedarên olî yên li navçeyan ku cenazeyên wan kesên ku di encama hewldana derbekirinê de hatine kuştin hilnedine mizgeftan, û bo wan nimêja cenazeyê jî neyê kirin. Eger kî bo wan sela bide, bîne mizgeftê û nimêja wan bike ez ê derbarê wan de lêpirsîn bidim destpêkirin.’
Malbata Şahîn cenazeyê wî bi bêdengî û bêyî merasîmê defnê baxçeyê li xwe kir.
(ÇT/YO)