#HurşitKulter43Gun
Çi bûbû?
27ê Gulanê de ji hesaba twitterê ‘BOF’ê ya tê gotin ku yê tîmên taybet e, wêneyên binçavkirina Kulter hatibûn parvekirin, piştre wê parvekirinê jê birin û hesab jî çend saetan hat girtin.
Parvekirina di wê hesabê de wiha bû:
Kulterî di peyama xwe ya dawî ku ji malbata xwe re şandibû de gotibû; ‘Heqên xwe li min helal bikin. Her çar aliyê min hatine dorpêçkirin.’
Mudiriyeta Şirnexê û Walîtiya Şirnexê daxuyandin ku Kulter nehatiye binçavkirin.
Walîtiyê îdiayên ku Kulter li Fermandariya Leşkeran hatiye dîtin jî derewand.
Li ser wê yekê parlementerên Şirnexê yên HDPê Leyla Birlik û Aycan Irmezê derbarê aqubeta Kulterî de pirsname dan Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala û Serokwezîr Binalî Yildirim.
Herwiha parlementerên HDPê bi Wezîrê Karên Navxweyî re rûbirû jî axivîn.
Malbata Kulter serî li emniyetê, dozgeryê, walîtiyê û fermandariya leşkeran dan, lê di bersiva ji her cihê hat dayîn de wiha hat gotin: ‘Ti kesek bi vê navê nehatiye binçavkirin.’ Li ser wê yekê jî parêzeran serî li Neteweyên Yekbûyî (NY)da.
Komaleya Mafên Mirovan (KMM) jî di 3ê Hezîranê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dan.
Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçi di 15ê Hezîranê de ji bianetê re axivîbû û gotibû ku derbarê mijarê de ti pêşveçûneke nîn e.’
(EA/YO)