Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Giştî ya DBPyê, duhî piştî civîna hevserokên şaredariyan daxuyaniyek belav kir.
Bi daxuyaniyê hat diyarkirin ku Kamûran Yûksekê hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), 21 hevserokên şaredariyan yên endamên Dîwana Birêvebir a DBPyê û 92 endamên dîwanên birêvebiriya bajaran ên DBPyê di girtîgehan de ne.
Di civînê de tengkirina warê jiyana li Liceyê jî hat şermezarkirin.
Hinek beşên ji daxuyaniyê ev in:
‘’Birêvebiriyên serbixwe yên demokratîk dê bi perspektîfa komara demokratîk alîkariya çareserkirina pirsgirêkên digel Sûriyeyê bike.
‘’Pêvajoya vê sala paşiyê encamên polîtîkayên şerî yên AKPyê ne. AKPyê hêzên leşkerî û polîsan xist mercîyetê, kevneşopiya polîtîkayên xwe yên ewlehîperest nû kiriye û pêvajoya çareseriyê berhewa kiriye.
Di serî de hevserokê me yê giştî, Kamûran Yûksek, bi dehan endamên dîwana me ya birêvebir û partiya me, endamên dîwana me ya birêvebir û ew kesên bi dengên welatiyan bûyîn hevserokên 21 şaredariyan, 92 endamên birêvebiriya giştî û birêvebiriyên bajaran ji karî hatine derêxistin. ‘’
(AS/MB)