Ji bo nûçeya Tirkî
Sala borî li navçeya Giyadînê ya Agiriyê Orhan Aslan (19) û Muhammet Aydemir (16) li firûna ku lê dixebitîn ji hêla polêsan ve hatin kuştin. Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî derbarê vê yekê de kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin.
Rêxistinê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo zarokên Giyadînê Edalet’ de bal kişand ser kêmasî û bêusuliyên lêpirsînê û banga piştgiriyê li raya giştî kir.
Di bangewaziya rêxistinê de wiha hat gotin: ‘Em dixwazin ku derbarê kuştina Orhan û Muhammet de her tişt were zelalkirin, demildest bi awayekî serbixwe û bêlalî lêpirsîna ji bo cezakirina sûcdaran were destpêkirin û sûcdar werin cezakirin.’
Rêxistina Bexişiyê ya Navneteweyî ji bo piştgiriyê banga îmzedayînê li raya giştî kir.
Çi bûbû?
Muhammet Aydemir (16) û Orhan Aslan (19) li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji bo piştgiriya aboriya malbata xwe li firûnê dixebirîtîn.
Di 12ê Tebaxa 2015an de li firûna ku lê dixebîtî de ji hêla polêsan ve hatin kuştin
(YY/YO)