Ji bo nûçeya Tirkî
Sedat Guzelsoy 22 sal ewil li Amedê winda bûbû û piştî 4 rojan jî cenazeyê wî hatibû dîtin. Derbarê kuştina wî de hevsera wî Maşallah Guzelsoy serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû û dadgehê îro biryara xwe da.
Dadgeha Makeqanûnê ragihand ku derbarê cînayetê de ti lêpirsîneke baş nehatiye kirin, ji hêla ûsulê ve mafê jiyanê hatiye îxlalkirin û biryar da ku wê 30 hezar TL tazmînata manewî ji Maşallah Guzelsoy re were dayîn.
Maşallah Guzelsoy bi sedema lêpirsîneke baş nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye îxlalkirin ve bi awayekî ferdî serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû.
Maşallah Guzelsoyê di serlêdana xwe de ragihand ku hevserê wê bi awayekî faîlmeçhûl hatiye kuştin, piştî ew kuştin wesayîta wî nehatiye dîtin, jant û tekerlekên wesayîta wî ligel 2 wezîfedarên dewletê hatine dîtin lê derbarê wan kesan de ti lêpirsîn nehatiye kirin û doz jî nehatiye vekirin.
22 sal ewil hate kuştin
Sedat Guzelsoy li Amedê dijiya, ajokarê texsiyê bû. 5ê Gulana 1994an de ji bo biçe rawestgeha texsiyasn ku lê dixebitiya ji malê derket û piştre ti agahî jê nehat hilanîn. Hevsera wî serî li emniyetê dabû.
9ê Gulana 1994an de li ser riya Amed-Siwêrekê cenazeyê mêrekî hate dîtin. Dema li nasnameya wî kesê nêrîn, derket holê ku ew kes Sedat Guzelsoy e.
Encama otopsiyê: Bi guleyan hatiye kuştin
Piştî cenaze hate dîtin, ji bo otopsîkirinê şandin nexweşxaneyê.
Di encama otopsîkirinê de derket holê ku gule berdane ser, pişt û singê Sedat Guzelsoy û ji ber vê sedemê canê xwe ji dest daye.
Jant û tekerlekên taxsiya wî di wesayîta çawîşeke pispor de hate dîtin
Maşallah Guzelsoy piştî kuştina hevserê xwe di 21ê Tîrmeha 1994an de serî li Dozgeriya Amedê dabû û ragihandibû ku piştî ew kuştin wesayîta wî nehatiye dîtin, jant û tekerlekên texsiya wî di wesayîteke din de hatiye dîtin.
Xwediyê berê yê wesayîta Guzelsoyî di îfadeya xwe de qebûl kir ku ew perçeyên dîtî yên wesayîta Guzelsoyî ye û plakaya wesayîta ku perçe lê hatiye dîtin jî da.
Di lêpirsîna dozgeriyê de hat tespîtkirin ku wesayîta ku perçeyên texsiya Guzelsoyî tê de hatiye dîtin, yê Îsmaîl T. ye û ew çawîşê pispor e û li Fermandariya Asayîşê ya Amedê de wezîfedar e.
Li ser wê yekê Îsmaîl T. wekî şahidê bûyerê li Emniyeta Amedê îfade daye û gotiye ku wan perçeyên texsiyê A.S.yî ku ew jî çawîşekî pispor e daye wî de.
A.Syî ku îfadeya wî jî hatiye hilanîn gotiye ku wî wan perçeyan li ser riya senayê ji keskî liceyî bi 2 milyonan kiriye û wî kesê ku peçeyan firotiye wî jî nasnake.
Leşkeran ‘nekarîn faîlê tespît bikin’
Dozgeriya Erxeniyê ji bo lêgerîn û girtina faîlan ji Fermandariya Leşkeran ya Amedê û Serdozgeriya Amedê re daxwaznameyan şandine. Lêbelê leşkeriyê di bersiva xwe de gotiye: ‘Faîl an faîlan nehatine tespîtkirin.’
Dozgeriyê di 15ê Gulana 2009an de bi hinceta ‘ faîl an faîlan nehatine tespîtkirin û pêvajoya demborînê qediyaye’ biryar da ku ‘êdî bo lêpirsînê ti hewce nîne.’
‘Ji ber demborînê’ 2 caran biryara neşopandinê hat dayîn
Piştî cara yekem derbarê dozê de biryara neşopandinê hatiye dayîn, Maşallah Guzelsoyê îtiraz kiriye û li ser vê yekê Dadgeha Cezayê Giran ya Siwêrekê biryara neşopandinê betal kir.
Lêbelê derbarê dozê de piştî 5 salan di 16ê Gulana 2014an de ji hêla dozgeriyê ve careke din biryara neşopandinê hat dayîn.
DM: Mafê jiyanê hatiye îxlalkirin
Îro di rojnameya fermî de biryara Dadgeha Makeqanûnê ku di 18ê Gulana 2016an de daye hat weşandin. Dadgehê di biryara xwe ya derbarê serlêdana Maşallah Guzelsoyê de diyar kiriye ku ti lêpirsîneke dîtbarî nehatiye kirin, li hemberî pêkhatineke bêhiqûq bêdeng man e û mafê jiyanê jî hatiye binpêkirin.
Herwiha dadgehê biryar da ku wê 30 hezar TL tazmînata manewî ji Maşallah Guzelsoy re were dayîn.
(AS/YO)