Ji bo rojnameger Hayrî Tunç bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 2 sal cezayê girtinê hat dayîn.
Doza ku 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat dîtin de, bi hiceta propagandayê salek û 2 meh, ji ber ‘sûckirin bi rêya çapemeniyê pêk hatiye’ ve salek û 6 meh, ji ber ‘sûckirin bi hevre pêk hatiye’ bi tevahî 2 sal cezayê girtinê li rojnameger Hayrî Tunç hat dayîn.
Dadgehê biryara girtinê neda û ji bo cezayê girtinê jî serî li Dadgeha Nilind hat dayîn.
Hayrî Tunç 2ê Sibatê de dema ji mala xwe derdiket (Bayrampaşa-Stenbol) ji hêla polêsên sivîl ve hatibû girtin. Tunçê ku di 3ê Sibatê de sewqî dadgehê hatibû kirin, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hatibû girtin.
Hayrî Tunç ji zêdetirî mehekê hat girtin û di 11ê Adarê de hatibû tehliyekirin.
(EA/YO)