Ji bo nûçeya Tirkî
Rûniştina doza Nihat Kazahanê 12 salî ku li Cizîrê hatibû kuştin, îro li 1. Dadgeha Cezayê Giran ya Cizîrê pêk hat. Parêzerê Kazanhan Rojhat Dilsiz ragihand ku polêsê girtî M.N.Gî bi rêya telekonferansê îfade da û dadgehê biryar da ku girtina wî wê dewam bike.
Dozê taloqî 12ê Tebaxê hat kirin.
Çi bûbû?
Nîhat Kazanhanê 12 salî di 14ê Çileya 2015an li Cizîrê di encama gulereşana polêsan de hatibû kuştin.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî kuştina Kazanhanî ragihandibû ku ti polêsekî ji wê bûyerê berpirsyar nîne, lêbelê dimenên kameraya polêsan ku di medyayê de hat belavkirin û derketbû holê bû ku Kazanhanî ji hêla polêsan ve hatiye kuştin.
Li ser wê yekê derbarê 4 polêsan de doz hat vekirin. Polêsan di îfadeyên xwe de gotin ku ‘me nediye, nebîhîstiye û em nizanin.’ Piştî rûniştina dozê polêsê bi navê M.N.G hatibû girtin.
Doz ji hêla dadgehê ve taloqî 12ê Tebaxê hat kirin.
(YY/YO)