Ji bo nûçeya Tirkî
Baluken ragihand ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ji wan re gotiye ku wî ji walîtiyên Amed û Şirnexê derbarê Hurşît Kulter de agahî xwestiye û walîtiyan jî di bersiva xwe de diyar kirine ku tu qeydeke binçavkirinê tine. Baluken got:
‘Me jî ji Ala re behsa du îhtimalan kir. Ya yek; eger di qeydên Wezareta Karên Hundir de tine be, divê di nav hêzên artêşê de lêkolîn were kirin. Me îhtimala duyem de jî ragihand ku divê hin kom-hêzên otonom dibe ku bêyî qeyitgirtinê binçavkirin û revandinan pêk bînin û weke salên 90î înfazan bikin.’
Îdrîs Baluken ragihand ku Alayê soza şopandina wê bûyerê daye wan lê piştre tu agahî nedaye wan û got: ‘Di çarçoveya vê yekê û li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketiye dixuyê ku Hurşît Kulter ji hêla hêzên ewlehiyê (ew hêz ne dîyar e) ve hatiye binçavkirin lê di qeydan de derbas nabe. Ez temenî dikim ku tişta em jê ditirsin pêk nehatibe.’
Baluken înfazên di binçavkirinan de yên di salên 90î de bi bîr xist û daxwaz kir ku Kuşter bi demildest serbest were berdan.
Çi bûbû?
Di 27ê Gulanê de li ser twitterê ji hesaba ‘BOF’ê ku wisa tê zanîn ku hesab yê tîmên taybet e, wêneyên binçavkirina Kulterê hatibû parvekirin û piştre ew parvekirin hat rakirin.
Kulter di peyama xwe ya dawî ku ji malbata xwe re şandî de ragihandiye ku dora wî hatiye dorpêçkirin û gotiye ‘Heqên xwe li min helal bikin.’
Herî dawî ji hesaba ‘BOF’ê derbarê Hurşît Kulter de ev tweeta hanê hat parvekirin:
KameraKarşısında ÖzYönetim İlan Eden Hurşit Külter dbp MeclisÜyesi Bugün Şortlandla Biraz Gezince Muhbir Oldu Birden pic.twitter.com/ysJWDBcsdh
— BÖF (@Tweet_Guneydogu) May 27, 2016
Li gorî nûçeya IMCyê Emniyeta Şirnexê piştî serlêdena parêzaran ragihand ku Kulter nehatiye binçavkirin.
Walîtya Şirnexê jî di daxuyaniya xwe ya dabû de gotibû: ‘Li hin parvekirinên ser medyaya civakî de tê gottin ku kesê bi navê Hurşît Kulter ji hêla emniyetê ve hatiye binçavkirin. Ji hêla emniyetê ve tu keseke bi wê navê nehatiye binçavkirin.’
23. Fermandariya Leşkeran ya Sînorê jî ji parêzerên KMMî re gotibûn ku ‘Keseke bi vê navê nehatiye binçavkirin.’
Malbata Kulterê derbarê mijarê de serî li Dozgeriya Cumhuriyetê da û medyaya civakî de jî bi hashtaga ‘#HurşitKulterNerede’ kampanya hat destpêkirin.