Ji bo nûçeya Tirkî
Walîtiya Colemêrgê di rûpela xwe ya fermî de daxuyanî da û ragihand ku qedexeya heyî di navbera saetên 06:00-22:00an de hatiye rakirin û qedexe dê demkî bidome.
Yuksekova Haberê ragihand ku piştî ragihandina rakirina qedexeyê, gel dizivire navçeyê.
Welatiyên Geverê, piştî qedexeya 79 rojan dizivirin warên xwe û di ketina navçeyê de ji hêla polêsan ve gelek bend hatin danîn, piştî kontrola nasnameyan welatiyan dikarin biçin navçeyê.
Di nûçeya Yuksekova Haberê de hat gotin ku li ber benda ku polêsan danîne de bi sedan wesayît kombûne û hewl didin ku biçin navçeyê.
‘Kevir li ser kevirê nehiştine’
Xwediyê Yuksekova Haberê Necip Çapraz di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Li Geverê qedexe rabû lê…’ de, derbarê rakirina qedexeyê de wiha got:
‘Ewil topbarana li dijî malan dest pêk kir. Topbaran çiqas diçû dijwartir bû… Pişt re operasyon… Geveriya neçar man ku malên xwe biterikînin. Hema bêje hemû welatî koçê Wanê kirin.’
‘Welatiyên Geverê li wêneyên malên xwe yên ku di encama topabarana 78 rojan de hatine wêrankirin, nihêrin. Kevir li ser kevirê nehiştine. Taxan tarûmar kirine û tiştên li malê perçe perçe kirine. Ji bo rûmeta gel were şikandin, li kolanên Geverê nivîsên li dijî mirovahiyê hatiye nivîsandin. Ketine odeyên mehrema welatiyan û têde wêne kişandine.’
Qedexe bi awayekî demkî hat rakirin
Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê dayî de hat ragihandin ku qedexeya ku ji 13ê Adarê vir ve li navçeya Geverê, li gundê Vezirliyê û li gundikê Çimenliyê dewam dikir, ji îro pê ve di navbera saetên 06:00-20:00an û ji 5ê Hezîranê şûn de jî ji bo meha Remezanê di navbera 06:00-22:00an de bi awakî demkî hatiye rakirin.
(AS/YO)