Derbarê qedexeya ku li navçeya Sûrê ya Amedê didome de, careke din guhertin hat kirin.
Qaymeqamtiya Sûrê roja Şemiyê li ser rûpela xwe ya fermî de bi daxuyaniyek ragihand ku li 14 kolanên navçeyê ku ji 11ê Kanûnê vir ve lê qedexe hebû, hatiye rakirin.
Lêbelê qedexe li temamiyê navçeyê nehatiye rakirin, ji bilî wan 14 kolanan li navçeyê qedexe didome.
Li 3 taxan 14 kolan
Kolanên ku lê qedexe hatiye rakirin wiha ne:
-Li taxa Savaşê: Dokumculer, Deger, Dicle, Biyikli Mehmetpaşa, Çiçekçi.
,
-Li taxa Dabanogluyê: Arman, Kadi Cami, devera Dibistana Yavuz Sultan Selim, Yigit Ahmet, Develi, Ibrahim Bey, Yukari Karataş, Çakmak Sokak.
-Li taxa Fatihpaşayê: Navbera kolanên Dikerhane û Sogutlu.
Derbarê qedexeya li Sûrê de 9 'guhertin'
Li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabaoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û li cadeya Gaziyê di 2ê Kanûnê de qedexe hat îlankirin. Di 11ê Kanûnê de 17 saet navber dan qedexeyê û piştre qedexeya li wan cihan dewam kir.
Di 14ê Kanûnê de li 6 taxan û cedeyak din jî derketina derve hate qedexekirin.
Qedexe di 30ê Kanûna2015an de li cadeya Gaziyê bi dawî bû, lê li taxên Cevatpaşa, Savaş, Hasirli, Cemal Yilmaz, Dabanoglu, Fatihpaşa û Savaşê dewam kir.
Di 27ê Çileyê de qaymeqamtiyê ragihand ku li taxên Abdaldede, Alipaşa, Lalabey, Suleyaman Nazif û Ziya Gokalpê derketina derve hatiye qedexekirin.
Piştî ku di 3ê Sibatê de li taxên Kebir, Nebi, Iskenderpaşa û Melikahmetê jî derketina derve hat qedexekirin, li navçeyê tu cih nema kul ê qedexe tine be.
SûrJi 4 navçeyên navendî yê Amedê, yek jî Sûr e. Navê wê ji Sûrên Amedê tê. Hevşaredarên Sûrê: Fatma Şik Barut, Seyîd Narîn. (DBP) Dirêjiya Sûrên Amedê ji 5 km'ya zêdetir e û divî warî piştî Benda Çînê di diyayê de duyem e. |
(AS)
* Wêne: Şukru Gunduz, Kaan Bozdogan- Amed / AA