Li meclisê di rûniştina duyem a ji bo rakirina parêzbendiyê parlementeran de, dengdana li ser madeya yekem bi dawî bû.
Encamên dengdanê wiha ne: 373 erê, 138 red, 9 vala, 3 betal. Li gorî vê encamê madeya yekem hat qebûlkirin.
Rûniştina duyem berdewam dike. Wê bêhnek din ji bo madeya duyem jî dengdan were kirin û pişt re ji bo her du madeyan bi hev re dengdana dawî dê bête kirin.
Eger di dengdanên rûniştina duyem de dengê erê ji 373yê zêdetir be, referandûm dê neyê kirin û dê teklîfê ji bo erêkirinê bişînin ji Serokomar Erdogan re. Lê eger dengên erê ji 367î kêmtir be, dê referandûm were kirin.
Encamên dengdana yekem
Di dengdana rûniştina yekem de li gorî encaman teklîf rasterast qebûl nedibû, lê li ser teklîfê referandûm pêk dihat.
Di rûniştina yekem de, encamê dengdana ji bo madeya yekem wiha ne: 350 erê, 148 na, 27 vala, 6 bêbiryar.
(BK/YO)