Berdevkê AKPê Omer Çelik daxuyand ku namzetê serokê giştî ya partiya wan, Wezîrê Ragihandinê Binalî Yildirim e.
Ji bo kongreya AKPê ku dê 22ê Gulanê de were kirin de, tenê yek namzetê serokê giştiyê heye û ew jî Binalî Yildirim e. Piştî ku Yildirim di kongereyê de weke serokê giştî yê partiyê were bijartin, dê Serokomar Erdogan jî wî ji bo avakirina hukimeta nû, wezîfedar bike.
Binalî Yildirim di nav 5 hukimetên dawî de wezîrtî kiriye.
Yildirim di axavtina xwe de wiha got:
‘Di 22ê Gulanê de em dê kongra xwe ya duyem pêk bînin. Rêxistinên partiya me, endamên me ji bo kongreyê amadekariyên xwe temam kirin.’
‘Ez bi xwe jî yek ji damezrinerê AKPê me. Ez gelek şad û bextewar im ku, partiyê min kiriye namzetê serokê giştî. Bi ser navê partiyê û hemû gelê xwe ji bo xizmetên ku pêk anîye, spasiyên xwe li Ahmet Davutoglu dikim. Davutoglu wezîfeya xwe ji damezirênerê partiya me Erdogan dewr hilda û heta vê rojê jî bi serkeftî pêk anî.’
‘Di vê pêvajoyê de di navbera 800 endamên me de îstişare hatiye kirin û pişt re di civînan de namzetê serokê giştî hatiye diyarkirin.’
Çi bûbû?
Di meha Nîsanê de MKYKya AKPê di civîna xwe de biryar da ku rayeya ji bo diyarkirina serokên partiyê yên bajar û navçeyan ji destê Davutoglu hildan û dewrê lijneya partiyê kirin.
Piştî wê yekê Serokwezîr Davutoglu di 4ê Gulanê de bi Serokomar Erdogan re hevdîtin pêk anî û got: ‘Ji bo yekîtiya AKPê heta dost û heval diguhere bila derokê giştî biguhere.’ Davutoglu bi van gotinan diyar kir ku ew dê nebe namzetê serokê giştî.
Binalî Yidirim kî ye?
Di sala 1955an de li navçeya Refahiyeyê ya Erzinganê ji dayîk bûye.
Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê beşa Înşaya Keştî û Ilmên Deryayê xwend û di heman beşî de masterê jî kir.
Di navbera salên 1994-2000an de li Şaredariya Stenbolê mudirtiya Rêveberiya Otobusên Deryayê kir.
Di nav Lijneya Damezirînerê AKPê de cih girt.
Di hilbijartinên 2002an de ji AKPê bû parlemeter. Di serdema 22. de ji Stenbolê, 23. de ji Erzînganê bû parlementer.
Di serdema wezîrbûna wî de li navçeya Pamukovayê trêna bi suret qeza kir û 41 kesan jiyanên xwe ji dest dan, 89 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê gelek alî li bendê bûn ku Yildirim îstîfa bike, lê dîsa jî wî îstifa nekir.
(YY/ÇT/YO)