Sererkaniya tirk çend roj ewil ragihandibû ku helîkoptera li Colemêrgê ji ber probelemeke teknîkî ketiye. Lêbelê îro Sererkaniyê bi daxuyaniyek nû eşkere kir ku helîkopter di encama êrişa ji erdê ve hatiye xistin.
Li gorî wê daxuyaniyê di 13ê Gulanê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketiye û di encamê de 8 leşker û 6 şervanên PKKê jiyanên xwe ji dest daye. Serekaniyê destnîşan kiribû ku 2 ji wan leşkerên kuştî, dema bi diçûn herêma lê şer heye, ji ber problema teknîkî helîkoptera ku têdebûn ketiye û di encamê de jiyanên xwe ji dest dane.
Piştî wê yekê hêzên PKKê daxuyandin ku wan helîkopterê xistine û di dîmenên parvekirî de dixuya ku şervanekî PKKê bi fuzeyê li helîkopterê xistiye.
Daxuyaniya 19ê Gulanê
Serekaniya tirk di daxuyaniya îro de wiha got: ‘Dibe ku helîkopter rastî êrişeke ji erdê ve hatibe û bi fuzeyê hatibe xistin.’
Daxuyaniya Sererkaniyê ya îro (19ê Gulanê) de wiha gotin:
'Di 13ê Gulana 2016an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî baregeha leşkerî êriş pêk hatiye.' Dema pevçûn berdewam dikir, gelek helîkopter sewqî herêma lê şer heye hatine kirin. Lêbelê êrişkaran li dijî helîkoptera kobrayê ji erdê ve êrişek pêk anîne. Li gorî nirxandinên me dibe ku helîkopter bi fuzeyê hatibe lêxistin û û bi wî awayî ketibe.' Derbarê mijarê de ji hêla rayedar û pisporên di vê warî de ve lêkolîn û lêpirsînên teknîkî tên berdewam dike. |
(ÇT/YO)