Dayîka Berfo, di çarçoveya Hefteya Windahiyan-Navneteweyî de ji hêla Dayîkên Şemîyê ve li Enqereyê hat bibîranîn.
Dayîka Berfo 33 sal kurê xwe yê kuştî geriya û pişt re 21ê Sibata 2013an de jiyana xwe ji dest da. Cemîl Kirbayir piştî derbeya leşkerî di 8ê Cotmeha 1982an de hat binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehat girtin. Derbarê windakirina wî de tu doz nehat vekirin.
‘Me qurnefîlan ji bo kesên bêmexber re anîn’
Dayîkên Şemiyê îro ber bi Wezareta Dadgehê ve meşiyan, li wir çalakî li dar xistin, carek din pirsa aqubeta kesên winda kirin.
Çalakgiran xwestin ku nameya Dayîka Berfo ku 4 sal ewil ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergin re nivîsî bû, bi benda avahiya wezaretê ve daliqînin lê polêsan destûr nedan.
Li Parqa Berfo Ana yê li Enqereyê bîranîn berdewam kir û name li vir hat xwendin.
Keça Dayîka Berfo Fatma Gulmez di bîranînê de axivî û got: 'Êdî mexbereke te heye. Me van qurnefîlan ji bo kesên bêmexber re anîn.'
Dayîka Berfo di nameyê de çi nivîsîbû?
Dayîka Berfo di nameya xwe de ji Wezîrê Dadê yê wê demê Sadullah Ergin re wiha bang dikir:
'Ez 32 sal in li Cemîl Kirbayirê kurê xwe ku xwendekarê zanîngehê bû û di binçavkirinê de hat windakirin.'
'Tû meqam ne ma ku em serî lê bidin. Dewletê her car bi zext û gefxarinan bersiva me da. Ez di 5ê Sibata 2011an de bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re axivîm û bi hêvî me...'
'Piştî wê komîsyon hat avakirin û li gorî rapora komîsyonê Cemîl di binçavkirinê de hatiye kuştin û laşê wî hatiye windakirin.'
'Navên kesên ku îşkenceyê li kurê min kirine jî di raporê de cih girt. Lêbelê bi ser diyarkirina raporê salek derbas bû, ne laşê kurê min radestê min kirin û ne jî kesên ku wî kuştine hatin dadkirin.'
'Bêhiqûqiya 32 salan dewam dike.'
'Min xwest ku ez ji wezîrê dadê re bêjim 'Ev edaleteke çawa ye?', lê wî gotiye ku karên min ê muhim hene, wextê min ê bo wê tine. Ji çaresekirina pirskirêkên me girîngtir çi karên we hene?'
Bêhiqûqiya ku Dayîka Berfo behsê dikir, îro jî berdewam dike. Ew kesên ku Cemîl Kirbayir kuştin, hêjî nehatine dadkirin.
Çi bûbû? |
Cemîl Kirbayir 13ê Îlona 1980an de hat binçavkirin. Ewil birin Lîwaya Leşkerî ya 247. û piştî hefteyek li vir hat girtin, şandin Navenda Çavdêriya Leşkerî ya Qersê. Kirbayir di 8ê Cotmeha 1980 de li Enstîtuya Dede Korkutê ku wê demê ji bo pirsyariyê dihat bikaranîn, ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin. Komîsyona Lêpirsîna Mafê mirovan ya Meclisê di rapora xwe de diyar kir ku Kirbayir bi îşkenceyê hatiye kuştin. Lêbelê bi ser diyarkirina raporê 5 sal derbasbû jî, piştî tu lêpirsînê doz nehat vekirin û sûcdar nehatin cezakirin. Dayîka wî Berfo Kirbayir ji bo mexberê kurê xwe 33 sal têkoşînê kir. Dayîka Berfo di 21ê Sibata 2013an de, di105 salî ya xwe de jiyana xwe ji dest da. Mikaîl Kirbayêrê kurê wê li Stenbolê di çalakiya Dayîkên Şemiyê de wiha axivî: 'Dayîka Berfo ji bo hestûyên kurê xwe bibîne her tim li pey edaletê bû. Hêza wê têrê nekir. Edalet ma roja mehşerê.' |
(AS/YO)