Ji bo nûçeya Tirkî
Ji bo rakirina parêzbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin, wê îro li meclisa tirk rûniştina yekem pêk were. Rûniştina îro wê saet 15:00an de, rûniştina duyem jî roja înê saet 10:00an de pêk were.
Teklîfa AKPê ya ji bo rakirina parêzbendiyên parlementeran de piştî pevçûnan di 2ê Gulanê de li Komîsyona Makeqanûnê hatibû qebûlkirin û şandibûn meclisê.
Dosyeyên derbarê parlementerên kut ê xwestin ku parêzbendiyên wan were rakirin, çiqas diçe zêdetir dibe. Bi 16 dosyeyên nû ku duh şandin meclisê ve, hejmara dosyeya gihişt 667an.
16 dosyeyên nû
Di nav 16 dosyeyên ku duh şandin meclisê de, derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag de jî dosye heye.
Dosyayên din wiha ne: Cîgirê Serokê Meclisê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDPê yê Stenbolê û Amîrê Rêveberiya Meclisê Sirri Sureya Onder, Cîgirê Koma HDPê Îdrîs Baluken, Parlementerên HDPê Bedîa Ozgokçe Ertan, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Nîhat Akdogan, Behçet Yildirim, Alîcan Onlu, Tûgba Hezer Ozturk, Dîrayet Taşdemir, Mehmet Emîn Adiyaman, Cîgirên Koma MHPê Oktay Vural û Erkan Akçay.
%60ê dosyeyan derbarê parlementerên HDPê de ye
Ji 667 dosyeyan; 405 jê derbarê parlamenterên HDPê de, 192 jê derbarê parlamenterên CHPê de, 46 jê derbarê AKPê û 20 jê derbarê parlementerên MHPê de ye. 5 dosye jî derbarê parlamentera serbixwe yê Enqereyê Aylîn Nazlikaya de hatiye amadekirin. Bi tevahî derbarê 138 parlementeran de dosye hatiye amadekirin. Ji wan parlamenteran 27 ji wan yên AKPê, 51 yên CHPê, 50 yên HDPê û 9 parlementerên MHPê ne û yem ji wan jî parlementerê serbixwe ye. Derbarê 47 parlementeran de ji yekê zêdetir dosye hatiye vekirin.
Herî dawî 10ê Gulanê de 19 dosyeyên nû şandibûn meclisê.
AKP: Em ê bi giştî beşdarê rûniştinê bibin.
Berîya rûniştinê Cîgirê Koma AKPê Bulent Turan daxuyanî da û got: ‘Serokwezîr, alîkarên serokê giştî endamên MKYKê jî tê de 316 parlementerên AKPê wê tevlê hilbijartinê bibe.’
HDP jî wê beşdar bibe
HDPê jî daxuyand ku wê beşdarê rûniştinê bibin û di hilbijartinê de ew dê dengên ‘na’yê bidin.
Qanûna 83. ji bo demekê neyê bikaranîn
Qanûna 83. de derbarê parêzbendiyan de wiha tê gotin: ‘Parlamentereke ku beriya an piştî hilbijartinê eger sûcek kiribe jî, bêyî biryara meclisê nabe ku ku were binçavkirin, dadkirin û girtin.’
Lê li gorî teklîfa AKPê tê xwestin ku ew qanûn ji bo demekê neyê bikaranîn.
Ji ku qanûnek were guherandin divê li meclisê du rûniştin û di hilbijartinên cuda werin kirin.
Deng dê çawa bên dayin?
Heke îro dengdan bê dest pê kirin, dengdana din, tê plankirin ku li 20ê Gulanê li roja înê be.
Divê di navbera du dengdanan de ya kêm 48 siet biborin.
AKPyê 316 parlamenter hene û ev hejmar têra guhertina makezagonê nake. Divê CHP an jî MHP piştgiriya wê bike.
Biryara li ser teklîfa guhertina makezagonê piştî du dengdanan tê dayin.
Piştî dengdanan heke ji nîvê dengan zêdetir denbên erênî hebin guhertin dikare bê kirin.
Da ku bêyî referandumê biryar bê standin dive 367 deng bêne standin.
Ji bo referandûmê jî divê 330 deng bêne dayin.
Li parlamentoya Tirkiyeyê AKPyê, 316 CHPyê 133, HDPyê 59 û MHPyê 40 parlamenter hene. (HK/MB/YO)