Di 12ê Gulanê de wesayîta bombebarkirî ya YPSê teqîya û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn, lê nasnameya kesek ji wan nediyar bû. Her wiha di encama bûyerê de 23 kes birîndar, 12 kes jî winda bûbûn.
Piştî otopsiyê di13ê Gulanê de cenazeyên 3 kesan radestê malbatên wan kirin û ew hatin definkirin. ji bo tespîtkirina 13 kesên din jî lêkolîna ser DNAyê îro temam bû.
Serdozgeriya Amedê bi daxuyaniyek ragihand ku derbarê bûyerê de 5 dosyeyên cuda hatine vekirin û lêpirsîn dewam dike.
‘Xebatên DNAyê ji bo tespîtkirina 13 welatiyên me ku li Saziya Tipa Adlî ya Stenbolê dewam dikir, bi dawî bû.’
Piştî tespitkirinê, parçeyên ji laşê 13 kesan bi balafirê anîn Amedê.
HPGê di daxuyaniya piştî bûyerê da de, wiha gotibû: ‘Dema 15 ton teqemenî dihat neqilkirin li dijî wesayîtê gule hat reşandin û di encamê de teqîn pêk hat.’
(NV/YO)