Nûçegînê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ya Wanê Nedîm Turfent bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin. Bi vê yekê ve hejmara Nûçegihanên DÎHAyê ku hatine girtin bû 12, hejmara rojnamegerên girtî jî gihişt 36an.
Di Rapora Çavdêriya li Medyayê ya Çile-Sibat-Adarê ku ji hêla bianetê ve hat amadekirin de hejmara rojnamegerên girtî 28 bû. Ji meha Nîsanê vir ve 8 rojnamegerên din jî hatin girtin û hejmar gihişte 36an.
Hevdîtina bi parêzeran re hat astengkirin
Turfent, di 12ê Gulanê de dema diçû Wanê wesayîta ku tê de bû hat sekinandin û hat binçavkirin. Heman rojê Şermîn Soydan ku ew jî Nûçegihana DÎHAyê ya Wanê ye, dema diçû nûçeçêkirinê hat binçavkirin.
Turfent ku li Şaxa TEMê ya Artemêtê binçavkirî bû, nehiştin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ew birin Geverê.
Piştî ku Turfent hat binçavkirin, ji gelek hesabên medyaya civakî derbarê wî de peyamên gefwarinê hatin parvekirin. Gelek saziyên sivîl, parêzer, rojnameger û parlementer ji bo derbarê Turfent de agahî hilînin, telefonê Mudiriyeta Emniyetê ya Geverê, Serdozgeriya Komarê ya Geverê û Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê kirin.
Nedim Turfent piştî îfadeyê sewqî dadgehê hat kirin û bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin.
Li gorî nûçeya DÎHAyê ji bo biryara girtinê, nûçeyên ku wî çêkiriye û îfadeya şahidê veşartî weke hincet hatiye nîşandan.
Dema binçavkirina Soydan jî hat dirêjkirin.
DISK: Li mafê ragihandinê xwedî derkevin
DISKê derbarê mijarê de daxuyanî da û bang li her kesî kir ku li mafê ragihandinê xwedî derkevin.
‘Li welatê me, rojnamegerî rastî ceribandineke mezin hatiye. Rojnamegerên ji bo şopandina nûçeyan derdikevin derve, yek bi yek tên binçavkirin. Ajansa Nûçeyan a Dicleyê kirine hedef; 3 xebatkarên wan hatine mehkûmkirin û 12 xebatkarên wan jî girtî ne. Herî dawî duh Nedîm Turfent wekî ku were revandinê, hat binçavkirin. Dema binçavkirina Şermîn Soydan jî hat dirêjkirin.’
‘Xebatkarên ajansê ku li herêma şer di bin zext û gefxwarinan de hewl didin ku nûçeyan ragihînin gel, dibin hedefa hêzên dewletê. Sîteya ajansê 37 car hat qedexekirin. Di daxuyaniya emniyetê ku piştî binçavkirina Nûçegihanên DÎHAyê hat kirin de gotin ku, ‘Derbarê ewlehiya jiyana wan de fikarî nekin.’ Ev daxuyanî bi xwe têra fikarkirinê dike.’
‘Di vê pêvajoyê de peywîra hemû rojnamegeran e ew e ku, li karên xwe û hevpîşeyên xwe xwedî derkevin. Li dijî zextê, ji bilî zêdekirina piştgiriyê tu alternatîf nîne.’
(BK/YO)