Platforama ji Nijadperestiyê re Bêje Na, derbarê rakirina parêzbendiyên parlementeran û êrişa li dijî Parlementerê HDPê Garo Paylan de daxuyanî da çapemeniyê.
Platformê daxwaz kir ku hewldanên li ser rakirina parêzbendiyan bi lezgînî were rakirin û ew mijar ligel îradeya hemû wekîlan û bêyî rêbazên şer, were nîqaşkirin.
Platformê derbarê êrişa li dijî Paylan û parlementerên HDPê yên din de hişyarî da û got: ‘Ji ber li meclisê jî hewldanên nijadperestî, ferqmeyilî û lînçkirinê pêk tên, wê li derve hin kes zêdertirê vê pêk bînin.’
“Gelo hûn dê polîtîkayên şer bidomînin an dest bi diyalogê bikin”
Daxuyaniya ku ji hêla Yildiz Onen ve hat xwendin, bi vî rengî ye:
‘Bi rakirina parêzbendiyên parlementerên HDPê, hewl didin siyaseta ku HDP pêşengiya wê dike, bi temamî were tesviyekirin.’
‘Rakirina parêzbendiyan hewldaneke tolhildanê ye. Ev yek ji bilî gurkirina şerê, bi kêrî tu tiştek nayê.’
“Bi tesviyekirina siyasetmedaran nekarîn berxwedana siyasî têk bîbin”
‘Gelê kurd bi tesviyekirina siyasetmedaran dev ji berxwedana siyasî berna de. Eger wisa bûya, dema ku di sala 1994an de Orhan Dogan, Leyla Zana û Hatîp Dicle bi darê zorê ji hêla polêsan ve hatibûn binçavkirin, dê pirsgirêka kurd jî xelas bûbûya.’
"Kesên li kolanan dê ji nijadperestiya li meclisê pêk tê, ji xwe re wezîfe derxînin"
‘Ya ku li komîsyona makeqanûnê di rûniştina bo rakirina parêzbendiyan pêk hatin, rûreşî ye. Komek ji ku ji wekîlan pêk dihat, êrişî wekîlên jin, ermen û kurd kirin û xwetin ku wan lînç bikin.’
‘Eger rêbazên li dijî demokrasiyê têkeve dewrê; weke ku li Komîsyona Makeqanûnê jî pêk hat, wê ferqmeyîlî û nijadperestiya di mejiyê xwe de verêşin. Eger li meclisa ku dixwazin bikin navenda demokrasiyê hewldanên nijadperestî û lînckirinê pêk were, kesên li kolanan dê ji nijadperestiya li meclisê pêk tê, ji xwe re wezîfe derxînin.’
(BK/YO)