Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Kamûran Yuksek bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ hat girtin.
Kamûran Yuksek, 10ê Gulanê de dema ji Navenda Partiyê derdiket hatibû binçavkirin. Herwiha polêsan li mala Yuksek û Navenda DBPê jî lêgerîn kiribûn. Di encama lêgerînan de polêsan dest danîn ser pirtûkên wî , herwiha wêneyê Abdullah Ocalan, çenteyek û CDya li ofîsa wî jî, ji hêla polêsan ve hatin komkirin.
Kamûran Yuksek îro destê sibehê sewqê dadgehê hat kirin û ji hêla dadgehê ve hat girtin.
Parêzerên Yuksek diyar kiribûn ku daxuyaniyên ku wî daye, kirine sedema binçavkirinê. (ÇT/YO)