Li Sancaktepeyê wesayîtek bombebarkirî teqiya. Walîyê Stenbolê Vasip Şahin daxuyand ku di encama teqînê de 3 jê sivîl 8 kes birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li nêzî qişleya leşkeriyê dema servîsa leşkeran derbas dibû teqîn pêk hatiye.
Ajansa Anadoluyê ragihand ku teqîn li Samandirayê, li ser Cadeya Osmangaziyê di nav wesayîtek de pêk hatiye. (ÇT/YO)