Ji bo nûçeya Tirkî
Hema bêjê her roj bi ser Kilisê de roket tê avêtin û heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev pirsgirêk niha di rojeva meclisê de ye.
Parlementerê Stenbolê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu bi pêşnûmeyek ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu pirsî ku îdiaya Şaredariya Kilisê ‘zikirmatîk’ li gel belav kirin rast e an na?
Di pêşnûmeyê de hat ragihandin ku ji herêma destê DAIŞê de ye, bi ser Kilisê gelek roket hatine avêtin û heta niha 8 ji wan sûrî 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û zedetirî 70 kesan jî birîndar bûne.
'Gelê Klisê ji ber roketan ditirse ku derkeve devre û ji bo vê jî Şaredarê Kilisê Hasan Kara zikirmatîk li gel belav kiriye. Waliyê Kilisê jî beriya niha gotibû 'Dibe ku bi ser me de jî bikeve. Em bêdestmêj dernakevin devre.'
Walî pêşniyara 'destmêjgirtinê' kiribû
* Şaredarê Kilisê Hasan Kara.
- Tedbîra ku ji bo gel tê pêşniyarkirin, gelo ev e?’
- Waliyê Kilisê jî pêşniyara ‘destmêjgirtinê’ kiribû. Ji bo ewlehiya gelê Kilisê gelo hukimet tedbîran girtiye an na?
- Heta niha tedbîrên çawa hatine hilanîn?
- Ji ber roketên li navenda bajêr ketine, heta 12ê Gulana 2016an li Kilisê çend kesan jiyana xwe ji dest dane? Di nav kesên kuştî de çend zarok hene?
- Ji ber roketên li navenda bajêr ketine, heta 12ê Gulana 2016an li Kilisê çend mal, kargeh û avahiyên saziyên fermî zerar dîtine? Ji bo van ziyanan tu xebatek tê kirin an na? (AS)
Zikirmatîk: Numaretor. Amûreke mekanîk û dijîtal e ku ji bo duayên tê kirin were jimartin, tê bikaranîn. Kordoneke wê yê ku ji tiliyê derbas dibe heye û li ser wê jî 2 qumcik hene. Ji bo her duayek dema li qumcikê were lêxistin hejmar zêde dibe û bi qumcika din jî hejmar dîsa tê sifirê.