Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber teqîna li navçeya Pasûrê ya Amedê pêk hatiye Mehmet Emin Ay, namzetê hevşaredariya Pasûrê yê HDPyê hatiye desteserkirin ku Ay ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê bûbû namzet lê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) namzetia wî qebûl nekiribû.
Ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Sivriceyê ya Gundê Uzunovayê girtine ser mala Ayî û ew desteser kirine. Ay birine Buroya Dijterorê yên Midûriyeta Emniyeta Pasûrê.
Çi bûbû?
Di 12ê Îlonê de li Pasûrê dema wesayiteke karkerên daristanan derbas dibû teqemeniyek teqiya bû. Di encamê de 7 kes miribûn, 10 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî teqînê bi îdiaya ku wesayita şaredariyê li herêmê hatiye dîtin, Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, karmendê şaredariyê Şener Aktaş û Hevserokê HDPyê yê Pasûrê Abidin Karaman hatibûn desteserkirin. Bi desteserkirina Mehmet Emîn Ayî re hejmara desteserkiriyan gihiştiye 4an. (RT/FD)
Fotograf: AA