Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li dijî biryara tehliyekirina Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derketiye.
Bixwîne - Biryara tehliyeyê ji bo Demîrtaşî hatiye dayîn
19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê duh biryara tehliyeyê ji Selahattîn Demîrtaşî dabû. Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBİS) beşdarî danişînê bûbû û piştî biryara tehliyeyê gotibû, “Ji ber ku ceza li min hatiye birîn, vê gavê ez di girtîgehê deme. Ji bo dadgehkirina edil bila li ser xêrê be.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgeriyê bi du sedeman li dijî biryara tehliyekirinê derketiye. Serdozgeriyê gotiye, Demîrtaş ji ber wan sûcan tê dadgehkirin ku li dijî pergala destûrî tên kirin. Her weha îdia kiriye ku heke di van sûcan de delîlên sûckirinê yên bihêz hebin, dibe biryara girtinê weke tedbîr bê standin.
Serdozgeriyê di berdewamiyê de gotiye, dema li rêjeya cezakirinê ya sûcên “endamtiya rêxistinê” dinêrin jî biryara girtinê tedbîreke bi pîvan e.
Dadgeheke bilind wê daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê binirxîne. (AS/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye