Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Însyatîfa Azadiya Heywanan duhî li Buyukadayê bangî xwediyên faytonan kirin û ji wan xwest ew hespan azad bikin.
Şeş komele û platforman piştgiriya daxwaza însiyatîfê kiriye. Kom û komeleyên piştgir ev in:
Koma Mafên Heywanên Azad, Komeleya Edaleta ji bo Heywanan(HAD), Însiyatîfa Hevgiriya Digel Heywanan(HAYDİ), Platforma Veganan a Enqereyê, Koma Veganan a Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê.
Hespan berdin
Fayton ew wesayit in ku bi hespan têne kişandin. Li gor rêxistinên parastina mafên heywanan hesp li jîngeha xwe dikarin heta 20 salan bijîn. Hespên li Buyukadayê(Girava Mezin) faytonan dikêşin herî zêde di du salan de dimirin.
Mafparêz dibêjin ew ne li dijî faytonan in. Ew li dijî wê yekê ne ku hesp bi faytonan ve mehkûm in. Dibêjin bila faytonên bi elektrîkê bêne bikarînan.
“Bila hesp ji faytonan demildest azad bibin.
“Sietên karkirina wan kêm nekin, nekin 6 siet. Hespan berdin.
“Divê jingehên welê ji bo hespan bêne çêkirin ku ew li wê derê neyêne bikarhînan.”
400 hesp dimirin
Li gor raporên fermî ji ber bikarhînana hespan û qezayan her sal kêm-zêde 400 hesp dimirin.
Li gor banga însiyatîfê hespek kêm-zêde 20 salan dijîn lê hespên faytonan dikêşin piştî dest bi kêşana faytonan kirîn di du salan de dimirin. Rêyên giravan gelekêberjêr û berjor in, di wan rêyan de kêşana faytonan ji taqeta hespan zêde ye. Herweha li giravan navendeka ji bo dermankirina hespan nîne.
(PD/ÇT/MB)