Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Roja pêşiyê ya Cejna Qurbanê canegayek dema bê serjêkirin reviyaye xwe avêtiye avê û sê rojan melevanî(sobarî) kiriye. Platforma AHBAPê ew kiriye û ji bo stargehekê şandiye.
Serokê Platforma AHBAPê, stranbêjê navdar, Haluk Levent e. Levent li ser hesabê xwe yê Twîtterê daye zanîn ku platforma wan ew canega kiriye û ji bo Stargeha Kemal Paşayî ya Izmîrê şandiye.
Canega ji navçeya Iyidereyê ya bajarê Rîzeyê, ji destê xwediyê xwe reviyaye û xwe gihandiye avê. Sê rojan canega di avê de maye û piştî sê rojan Hêzên Ewlehiya Beravan ew li bajarê Trabzonê dîtiye.
(ÇT/MB)