Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro Roja Pisîkan a Navnetewî ye.
Ev roj ji hêla Fona Xweşiya Ajalan a Navnetewî ve di sala 2002yê de hatiye ragihandin. Bi vê rojê tê armanckirin ku têkiliya di navbera pisîk û mirovan de xurt bikin û di mijarê xweşiya ajalan de baldariyê çêbikin.
Ji bo pisîkan mirov bi hashtaga #InternationalCatDay û #RojaPisîkanANavnetewî li ser medyaya civakî mesajên xwe par ve dikin.
Di van rojên ku pileya germahiyê zêde de bila bala me li pisîkên kolanan be û tasikên wan bi ava paqij û mamayê tijî bikin.
Ji bo germahî bandorê li pisîkên li malê neke, tedbîran bistînin.
Pisîkên li karî hevaltiya me dikin
Rast e ku îro bi sedema Roja Pisîkan a Navnetewî em weke xebatkarên bianetê îltîmasê ji bo wan pisîkan dikin ku li cihê karî bi me re kar dikin û yan jî li malên me ne. Ka em bi hev re wan binasin:
Cemîle
Sal û nîvek beriya niha ji pencereya ofîsê kete hundiro.
Em taseke mama didine wê, ew jî li beramberî wê bi me re kar dike.
Reşo
Em demeke kurt bi hev re xebitîn. Li eksî Cemîleyê Reşo rehettir bû li nava ofîsê.
Şenîz
Li banê avahiya li hemberî me dima Şenîz. Em bûbûn dostê hev. Gelekî jêhatî bû ku dengê xwe bigihîne kesê destpêkê diha ofîsê. Me ji pencereyê mama ji wê re diavêt, wê jî hewl dida bêyî ku qijalk wan bixwe, biqedîne.
Rojekê ji ber nexweşiya xwe hindik mabû bikeve ji ser banî. Me gazî îtfaiyeyê kiribû û dema îtfaiye dîtibû bi lez û bez çûbû cihê xwe.
Pisîkên me yên li malên me
Çapu
Hasbi
Mayıs
Leon
Kivi
Şerbet û Badem
* Ev e Şerbet
Leyla û Luna
* Leyla ev e
Endam
(BK/FD)