Wêne(temsîlî: Tom Schoon / Flickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lünebacha Almanyayê 2 Şêr, 2 piling, hirçek û jaguarekê li bexçeyê heywanan zindanî bûn xwe ji zindanê xelas kirine û reviyane. Polîsan hirça gihayî azadiya xwe kuştiye.
Polîs, tîmên agirkujîyê û hekîmên heywanan li heywanên firarî digerin.
Tê texmînkirin ku heywanên reviyayîn hê jî di nav sînorên baxçeyê heywanan de ne. Li Lünebachê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li baxçeyê heywanan a Lünebachê 400 heywanên ji 60 cûreyan hebûne.
Di sala 2016ê de du hirç ji baxçeyê heywanan ê Leipzigê reviyayî bûn, polîsan hirçek kuştibû yek jî vegerandibû zindana wê.
(ÇT/MB)