Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Însyatîfa li Faytonan* Siwar Nebe Pê Hesp Dimirin dê îro li Kadikoyê siwarbûna li faytonan protesto bike.
*Erebeyên ku hesp dikêşin. Kêş-kêşên hespan.
Xwenîşander dê li ber îskeleya giravan ya li Kadikoyê kom bibin. Li gor rapora Komîteya Çavdêriya Li Mafên Mirovan li giravên Stenbolê 272 fayton hene û 1540 hesp bi wan faytonan ve girêdayî ne.
Li gor raporên fermî ji ber bêqerkirina hespan û qezayan her sal kêm-zêde 400 hesp dimirin.
Li gor banga însiyatîfê hespek kêm-zêde 20 salan dijîn lê hespên faytonan dikêşin piştî dest bi kêşana faytonan kirîn di du salan de dimirin. Rêyên giravan gelekêberjêr û berjor in, di wan rêyan de kêşana faytonan ji taqeta hespan zêde ye. Herweha li giravan navendeka ji bo dermankirina hespan nîne.
(ÇT/MB)