Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mûzîkjenê vegan Morrisseyî ji Michael Creed Wezîrê Çandinî, Xida û Deryavanî yê Îrlandayê re nameyek rê kir ku Morrîssey di her konserta xwe de hewl dide balê bikişîne ser mafên ajalan.
Morrisseyî di nameya xwe de diyar kiriye ku li Îrlandayê 3 çewlikên kurkan hene û li van çewlikan qasî 200 vîzon dîl têne girtin û di bin zordariyê de dihêlin ev vîzon li vir bimînin. Morrisseyî gotiye ku ji ber ew cilûbergên “sembola statuyê ne” ajal van êşan dikişînin ku êdî ti kes naxwazin van cilûbergan li xwe kin.
Ji bo qedexeya sîrkan spasiya xwe pêşkêş kiriye
Mûzîkjenî her wiha ji ber ku bikaranîna ajalan li sîrkan qedexe kiriye spasiyên xwe pêşkêşî Wezîrî kiriye û xwest ku “çewlikên kurkan bên girtin”.
Wezîrê Îrlandayî 9ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê ew xal îmze kiribû ku qedexeyê tîne ser xebitandina ajalên kûvî li sîrkan. (PT/FD)