Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê leşkeran çar hêstir desteser kirine. Dema xwediyê hêstiran çûyî qereqolê leşkeran jê re gotine “piştî temamkirina pêvajoya desteserkirinê dê ji bo serdozgeriyê bêne şandin.”
Wekîla Şirnexê ya ji Partiya Gelan a Demokratîk, Aycan Îrmezê bi pirsnameyekê ji wezîrê karên navxweyî Suleyman Soluyî pirsî:
“Hûn çawa bi hêstirên desteserkirî re diaxivin?”
Hin pirsên di pirsnameyê de ev in:
*...Gelo hêstirên hatîn desteserkirin xwediyên wê şiyanê ne ku sûcan bikin?
*Îfadeya hêstiran çawa hatiye standin, we çawa bi wan re axift?
97 hêstirên girtî reviyabûn
Di 21ê Kanûna Paşiyê ya 2015ê de Dadgeha Cezayên Giran a Geverê bi sûcê kaçaxçîtîyê biryara kuştina 97 hêstiran dabû. Hêstiran ji çadira lê hatîn komkirin firar kiribûn. Ji ber barîna berfa zêde hêzên çekdar ên fermî nekaribûn wan bigirin.
Di Kanûna Paşiyê ya 2011ê de balafirên Artêşa Tirkiyeyê li gundê Robozikê yê navçeya Qilabanê digel 34 mirovan 59 hêstir jî kuştibûn.
Di 23yê Adara 2015ê de leşkeran li hêstirên Robozikîyan reşandibûn, 8 hêstir kuştibûn û 20 hêstir birîndar kiribûn.
wêne: wikimedia
(EKN/MB)