Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema ku bikarhênerên Înstagramê, wêneyên xwe-bi-xwe(selfie) bi heywanan re digirin û diweşînin, Înstagram ji bo parastina mafên heywanan bikarhêneran hişyar dike.
Dema ku hûn bi peyamên dikare bi wan zerer li heywanan bibe parvebikin, nivîseka bi sernivîsa “Li Înstagramê Jiyana Xwezayî Biparêze” tê nîşandan.
Dema pencereya hişyarkirinê vedibe hûn dikarin “agahiyên berfirehtir bide”, “şandiyan nîşanî min bike” an jî “betal bike” bitikînin.
Înstagramê eşkere kiriye ku Înstagram ji bo firotina heywanan û firotina organên wan tê bikarhînan. Ji bo vê projeyê Înstagram bi World Wildlife Fund, TRAFFIC û World Animal Protection re kar dike.
New York Timesê di nûçeyeka ku di Çiriya Paşiyê de hatibû weşandin diyar kiribû ew kesên heywanan difiroşin rasterast WhatsApp û Instagramê bi kar dihînin.(ÇT/MB)