Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kiryara xirab a li ser segên kolanan a ji hêla Şaredariya Eyüpê ya Stenbolê, ji hêla komeke parêzvanên ajalan ve hat protestokirin. Komê çalakiya xwe li ber avahiya Şaredariya Eyüpsultanê li dar xist.
Çend roj berê ew dîmen di medyayê de hatibûn belavkirin ku Şaredariya Eyüpê segên ku li kolanan dimînin ên biguhar, ên xesandî û ên parzakirî, derziyan li wan didin û kom dikin.
Parazvanên mafên ajalan bi slogana “Niha Em Kom Dibin” li ber avahiya şaredariyê kom bûn û pankartên li ser wan nivîsên “Kolan jîngeha ajalan e”, “Pêk li ber xwe bide”, “Kesên xwedî wicdan çavên xwe negirin ji van tiştan re”, “Em li kolanê ne windahiyên me li ku ne?”, “Banga me ji bo Serokomarî: Bila erka Şaredarê Eyüpsultanê jê bê standin” hildan.
Di dema çalakiyê de segekî kolanan li ber avahiya şaredariyê sekinî û berê xwe de avahiyê û reyî.
Piştî çalakiyê Ahmet Tûran Koçer Alîkarê Şaredarê Eyüpsultanê li nava avahiyê daxuyaniyek da çapemeniyû û îdiayên di rojevê de derewand û got, “Ajalên kolanan ematê me ne. Em ê bi dilovanî xizmeta wan bikin”.
Şebnem Aslan Alîkara Konfederasyona Mafên Jiyanî yên Ajalan got ku Remzî Aydin Şaredarê Eyüpsultanê bi kiryarên xwe yên di rojên dawî de yasayan bin pê dike.
Muxtarî îdia piştrast kiribû
Hefteya borî Şaredariya Eyüpê li ser bertekan daxuyaniyek ji bo rojnameya Hürriyetê kiribû û gotibû, “Tenê 29 seg ji bo xesandinê û ji bo nûkirina derzîkirina kuduzê û guharên wan hatine komkirin”. Li gorî heman daxuyaniyê seg şandine sitargeha Kisirkayayê.
Muxtarê taxa Mithatpaşa ya Kemerburgazê Gürkan Yilmazî li ser hesabê xwe yê Facebookê ji ber segan kom dikin spasî ji bo şaredariyê pêşkêş kiribû.
Parlamentera CHPyê ya Stenbolê Selina Doğanê derbarê mijarê de pirsyarnameyek pêşkêşî parlamentoyê kiribû.
Komkirina segên biguhar dijqanûnî ye
Segên kolanan piştî xesandinê û derzîkirinê, guharan dixin guhên wan û careke din bera kolanan didin. Li gorî Yasaya Parastina Ajalan a hejmar 5199yê, komkirina segekî biguhar dijqanûnî ye ku ev kes xebatkarê şaredariyê be jî.
Her wiha yasa ferz dike ku derziya tevzîner ji hêla beytarekî ve bê kirin. Derziyên bêkontrol dibe sedema mirina segên nexweş û yên temen mezin. (ÇT/FD)
* Fotograf: Erhan Tektan – Stenbol / DHA