* Fotoğraf: Diyarbakır / DHA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Sûrê ya Amedê, niştecihên taxên Alîpaşa û Lalebeyê li hemberî “biryara îstimlaqkirina bilez” û ya rûxandinê, li taxa Alîpaşayê hatin ba hev û bertek nîşanî biryara rûşandinê dan.
Di dema çalakiya niştecihan de Hevserokê DBPê yê Amedê Zekî Baran û Hevserokê Odeya Mîmaran Şaxê Amedê Şerefhan Aydin axavîn. Jinek ji niştecihên taxê bi kurdî got ku “Hûn me ji Sûrê derdixin, em ê bi ku de biçin?” û zilamekî jî diyar kir ku “Kesên ku tang û topên wan hene dikarin werin bi zordarî me derxin lê em terk nakin. Gefan li me dixwin ku ew ê elektrîk û ava me bibirin. Bila bibirin, tarî be jî, bêav be jî em naxwazin ji vir derkevin. Em li vir jidayik bûn, dixwazin li vir bimirin. Pêwistiya me bi pareyê kesî nîne”.
“Jiyan û çand tune be, parastina Sûrê bêwate ye”
Baranê DBPyî got, “rayedarên dewletê her roj tên û dibêjin ‘Yan em ê vê derê bi ser serê we de birûxînin yan hûnê derkevin yan jî em ê ava we qut bikin’. Li Sûrê mirov li vir jidayik bûne û mezin bûne”.
Aydin ê ji Odeya Mîmaran jî diyar kir ku li Sûrê ji bo qada rantê ava bikin du sal in dagirkirinek heye. Aydin herwiha bang li UNESCOyê jî kir ku Bircên Amedê û Baxçeyên Hewlêrê di nava berhemên dîrokî yên divê bên parastin de qebûl kiriye.
Amed di nava lîsteya “Mîrata Çandê ya Cîhanê” de cî digire ku ev lîste ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanyarî û Çandê ya Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) ve tê sazkirin.
Navçeya Sûrê ya ku nêzîkî 120 hezar kes lê dijîn, qada sît a bajarvanî ya qonaxa 2yemîn e. Li navçeya ku li ser 158 hezar hektarî ve ye, 124 avahiyên abîdewî û 410 avahiyên sivîl ên pesendkirî hene.
Li Sûrê veguhestina bajarvanî demeke dirêje di rojevê de ye. Di 2010ê de di çarçoveya veguhestina bajarvanî ya ku ji hêla TOKÎ, Serokwezîrtiyê û Şaredariyê ve tê meşandin de ji 850 avahiyan 330 heb hatin rûşandin. Li ser berteka gel, ev pêvajoy ji hêla şaredariyê ve di 2014ê de hat sekinandin.
Lê di vê pêvajoyê de di çarçoveya qanûna hejmar 6306ê de her devera Sûrê weke qada birîsk hat îlankirin ku yase di 4ê Kanûna Paşiyê de derket û weke qanûna karesatê tê zanîn.
Qedexeyên derketina derve yên di 6ê Îlona 2015ê de destpê kir û li hin qadan hîna jî berdewam dike tenê ne bû sedema mirinên sivîlan, her wiha bû sedema gelek avahiyên dîrokî yên li navçeyê jî wêran bibin. (ÇT/FD)