Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Taywan qetilkirina pisîk û kûçikan a ji bo xwarina mirovan qedexe dike.
Yaseya ku di parlamentoya Taywanê de hat qebûlkirin piştî ji hêla lijneya wezîran û serokdewlet ve were îmzekirin wê bikeve meriyetê.
Çavlirêye ku yase heta dawiya meha nîsanê bikeve meriyetê û li gorî vê yaseyê girêdana bi hevsar a pisîk û kûçikan li paş wesayitan û motorsîkletan jî qedexe dike.
Li gorî yaseyê kesên ku goştên pisîk û kûçikan bixwîn dê bi navbera 50 hezar û 250 hezar dolarên Taywanê ve bên cezakirin. Kesên ku zilmê li ajalan bikin an jî wan bikujin dê heta 2 milyon dolarên Taywanê û 2 sal cezayê girtîgehê ve werin cezakirin. (ÇT/FD)