Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Beykozê ya Stenbolê cewrikekê kûçikan yê ketibû di bîrê de piştî yazdeh rojan hat xelaskirin.
Niştecihên taxa Deresekiyê ji bîrekê dengê kûçikan bihîstiye û ji Tîmên Gihandihandina Hewarê re gotiye. Tîman ji bo xelaskirina kûçikî dest bi xebatê kiriye.
Deh roj in ku ji bo xelaskirina kûçikî xebat dihat kirin. Kûçik di siet 5.30ê de hat xelaskirin.
Hat eşkerekirin ku kûçik sêmehî ye. Kûçik ketiye di bîreka bi 70 metreyan kûr de. Navê “bîr” li kûçikî hat kirin.
Deh roj in ku Tîmên Gihandina Hewarê xwarin û av ji bo kûçikî rêdikirin.(HK/MB)