Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Zelendaya Nû di rojên Pêncşem û Înê de nêzîkî 700 balînayan li rexa behrê dabûn, 300 ji wan mirin nêzîkî 400 balîna bi hevkariya xelkê herêmê li behrê hatine vegerandin.
Li gor nûçeyeka Radio New Zelandê piştî ku balînayan li rexa behrê daye nêzîkî 300 kesên dildar alîkariya karmendên berbehrê kirine û bi hevkariyê wan hewildaye balînayan li behrê vegerînin.
Di roja pêşiyê de nêzîkî 400 û di roja didoyê de ya kêm 240 balînayan li rexa behrê daye.
Her sal 300 balîna li beravên behrê dide
Hêj nehatiye eşkerekirin ka ji ber çi balîna li rexa behrê didin lê salane nêzîkî 300 balînayan li rexa behrê didin.
Pispor hêj nikarin eşkere bikin ka bi rastî ji ber çi balîna ji behrê derdikevin. Li gor fikrekê balînayên pîr ji ber ava ne kûr rêya xwe xelet dikin û dema li rexa behrê didin ji bo koma xwe sînyala hewarê rêdike hevalên wan jî pey wan diçin.
Di dîroka Zelendaya Nû de cara sêyê ye ku bi vê hejmara zêde balîna ji behrê derdikevin. Di sala 1918ê de 1000 balînayan li rexa behrê daye. (DS/NV/MB)