Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat diyar kirin ku ji bo Serokwekîlê Koma HDPê û Parlamenterê Amedê Îdris Baluken di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Çewlikê ve hat vekirin de cezaya muebet a girankirî û heya 15 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.
Dadgehê ji bo doza Baluken biryara bêrayetiyê da û doz sewqê Dadgeha Cezaya Giran a Amedê kir.
Baluken ê ku parêzbendiya wî hatibû rakirin, bi îdiayên wekî 'endamtiya rêxistinê', 'propagandakirina rêxistinê' û 'beşdarbûna meş û çalakiyên dijqanûnî' tê darizandin.
Serokwekîlê Koma HDPê û Parlamenterê Amedê Baluken di 4ê Mijdarê de ji aliyê polîsan ve di Navenda Giştî ya HDPê de hatibû binçavkirin.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak hatin girtin.
Dema parlementerên HDPê dibirin dadgehê, Seroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî li ber dadgehê ji hêla polêsan ve hat derbkirin û piştre hat binçavkirin. Derbarê Sebahat Tuncel de jî di 4ê Mijdarê de biryara girtinê hat dayîn û wê şandin girtîgehê.
Di 7ê Mijdarê de Parlementerê HDPê yê Colemêrgê Nîhat Aydogan piştî li Colemêrgê hat binçavkirin, derbarê wî de jî biryara girtinê hat dayîn. Bi vî awayî hejmara parlementerên girtî yên HDPê derkete 10an.
(NV/YO)