Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Peykerê Tombîlîyê yê hatî dizîn li cihê wê hat danîn
Tombîlî ew pisîk(kitik) e, bi wêneyê ku wê pala xwe daye peyarêyê navdar e. Piştî ku Tombîlî mir peykerê wê hatibû çêkirin û dizan peykerê wê di 7ê Çiriya Paşiyê de dizîbû, îro peykerê wê hat dîtin û dîsa li cihê wê hat danîn.
Tombîlî di 1ê meha Tebaxê de ji ber nexweşiya gurçikên xwe miribû û ji bo peykerê wê bê çêkirin kampanyaya îmzeyan hatibû dest pê kirin. Şeval Şahînê peykerê wê çêkiribû.(EKN/MB)
*Wêne: Twitter