Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Tombîlî ew pisîk(kitik) e ku bi wêneyê ku wê pala xwe daye peyarêyê navdar e. Piştî ku Tombîlî mir peykerê wê hatibû çêkirin, şeva dî dizan peykerê wê dizîye.
Tombîlî di 1ê meha Tebaxê de ji ber nexweşiya gurçikên xwe miribû û ji bo peykerê wê bê çêkirin kampanyaya îmzeyan hatibû dest pê kirin.
Şeval Şahînê peykerê wê çêkiribû.
Li gor ajansa Nûçeyan a Doganê, qesabê Tombîlî xweyî kiribû, Îlyas Çetînkayayî piştrast kiriye ku peykerê wê hatiye dizîn.
Çetînkayayî gotiye: ‘’[dizan] şikênandiye û biriye. Me fêm nekir mirovên çawan in.’’(EKN/MB)