Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ketina Tirkiyeyê li Hevserokê Komîsyona Parlementoya Navhev ya Tirkiye-YEyê Joost Lagendijk hat qedexekirin.
Lagendijk ku duh êvarê li Balafirgeha Sabiha Gokçenê peya bû bi hinceta “wî ji konsilxaneya Tirkiyeyê ya Hollandayê vîze negirtiye” hatina wî ya Tirkiyeyê hat astengkirin.
Ji Lagendijê re hat gotin ku ev yek nêritandineke (prosedûr) nû ye û hat ragihandin ku ew îro di saetên sibehê de wê were dersînorkirin.
Lagendijkî yên ku hatiye serê wî di hesabê xwe yê Twitterê de wiha anî ziman:
“Türk yetkililer Hollanda dönüşü Sabiha Gökçen Havalimanı’nda beni durdurdu. İçeri girmeme izin verilmiyor. Sabah 08.30 uçağıyla Hollanda’ya dönüyorum.
“Hollanda’da Türk elçiliğinden vize başvurusu yapmam gerek. Umarım bu beni engellemek için bir karar değil, sadece bürokratik bir engeldir.”
Shit! Turk authorities stopped me on my return from Neth at Sabiha Gökcen airport. I am not allowed in. Send back to Neth on 8.30 flight 1/2
— Joost Lagendijk (@joostlagendijk) September 25, 2016Need to apply for a special visa at Turk embassy in Neth. Hope it is only a bureaucratic obstacle and not a decision to block me forever
— Joost Lagendijk (@joostlagendijk) September 25, 2016
Need to apply for a special visa at Turk embassy in Neth. Hope it is only a bureaucratic obstacle and not a decision to block me forever
— Joost Lagendijk (@joostlagendijk) September 25, 2016
“Rayedarên tirk li Balafirgeha Sabiha Gokçenê min dane sekinandin û destûr nadin ku ez ez bikevim Tirkiyeyê. Ez ê îro bi balafira saet 08:30an de vegerime Hollandayê.
“Divê ez serladana vîzedayînê li Konsilxaneya Tirkiyeyê ya Hollandayê bidim. Temenî dikim ku ev astengiyeke li hemberî min nebe û wekê ku dibêjin jî pirsgirêkeke burokratîk be.”
Derbarê Joost Lagendijk de
Joost Lagendijk ji sala 2009an vir ve li Tirkiyeyê dijî û nivîskarê Todays Zamanê bû.
Siyasetmedarê Hollandayî ji Navenda Polîtikayan a Stenbolê ku girêdayê Zanîngeha Sabanciyê ye re, şêwirmendiyê dikira.
(ÇT/YO)