Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Doza der barê Nobedarên Weşanê yên Ozgur Gundemê ku hat girtin, îro dest pê kir.
Doza derbarê rojnamegera Femînist û rêvebera DISK Basin Îşê Ayşe Duzkan û rojnameger Ragip Duran îro dest pê kir.
Gelek siyasetmedar, rêxistinên çapemeniyê, femînist ji bo hevgirtinê li ber dadgehê civiyan.
Beriya runiştina dozê Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û DÎSK Basın-Îş Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) jî di nav de kedkarên çapemeniyê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Duzkan: Em bisiklêta Bagdu bi hevre ji erdê radikin
“Bi salane Rojnameya Ozgur Gundem rastî zextan tê. Kadrî Bagdu jî di nav de bi sedan belavkarên wê hatine qetilkirin. Ji bo em dengê wan bidin bihîstin li virîn. Gelê kurd aştiyê dixwaze.
“Aştî ji bo gelê tirk jî girînge. Ez bi hêvî me ku dê rojekê kesên ku şer dane destpêkirin bên darizandin û dê cezayê heq kirine bigirin."
White: Ew ji ber ku rastiyê anîne ziman li vir in
Barry Whîte ku li ser navê IFJ û EFJ axivî da zanîn ku ne tenê Duzkan û Duran azadiya çapemeniyê tê darizandin û wiha pêde çû: "Peywira rojnamegeran li hemberî îktîdarê rastî vegotin û parastina edaletê ye."
(EA/YO)