Ji bo nûçeya Ingilîzî / Tirkî bitikîne
Biryara qedexekirinê di rûpela Lijneya Bilnd a Radyo û Televizyonan (RTUK) de bi daxuyaniyek hat diyarkirin û wiha hat gotin:
"Di weşanên medyaya dîtbarî û nivîskî de derbarê gumanbarên ku bi bûyerê re têkiliya wan heye, weşandina navnîşan û agahiyên derbarê wesayîtên wan kesan deşîfrekirin û girtina kesên sûcdar dixe zorê. Herwiha îhtimal e ku bi vê bûyerê ve aramiya civakê jî xerab bibe. Ji ber vê yekê li gorî madeya 3/2 a qanûna 5187an dazwaza dozgeriyê hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku weşanên derbarê bûyerê de were qedexekirin."
Duh saet 17:00an de li navçeya Rezan a Amedê li ser Çaryana Dicleyê li dijî servîsa polêsan êrişeke bombeyî pêk hat 3u di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 polês jî birîndar bûn.
Walîtiya Amedê bi daxuyaniyek ragihand ku di wesayîta polêsan de 9 polês û 7 welatî hebûne, di encama teqînê de 12 ji wan polês 45 kes birîndar bûne û rewşa 3 kesên ku bi giranî birîndar bibûn li, nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
AAyê ragihand ku 3 kesên ku di wesayîta polêsan de bûn û di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dane bi hinceta endamê PKKê ne hatibûn binçavkirin.(EA/YO)