Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fîlmên ji bo festîwalê hatîn hilbijartin hatin eşkerekirin. festîwal gelek xelat û firsetên nû dide derhênerên ciwan.
50 fîlmên ji 22 welatan hatî şandin dê di festîwalê de bêne nîşandan. Yenî Zelanda, Hindistan, Tunus çend ji wan welatan e ku jê fîlm hatine şandin.
Ji Tirkiyeyê jî du fîlm dê bêne nîşandan. Fîlmê “Breath” ya Çaglar Îçer û fîlmê “Ti Caran Dest Ji Xwe Bernede” ya Umit Og dê bê nîşandan.
Konsepta fîlmên festîwalê “deqîqeyek, telefonek û fîlmek” e. Mijarên fîlman tûndkariya mêran, şer, koç, medyaya civakî ...hwd in.
Fîlmên hatîn hilbijartin hûn dikarin ji qenala fermî ya YouTubeyê an jî ji malperê bibînin. (HK/MB)