Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadwerên 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber ku di doza derbarê lingê medyayê yê “Rêxistina Terorê ya Fethulahî” (FETO) de biryara berdana 21 rojnamegeran dan, ji kar hatin dûrxistin.
Li gorî nûçeya Fevzi Çakir a di Haberturkê de hatiye weşandin de, Wekîlê Serokê Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK) Mehmet Yilmaz di daxuyaniya xwe de gotiye ku ji bo lêpirsîn derbarê hemû îdiayên derbarê van kesan de bê kirin di çarçoveya wê rapora pêşîn de lêpirsîn hate destpêkirin ku rapor ji hêla Lijneya Teftîşê a HSYKê ve hatiye amadekirin.
Dadwerên ku ji kar hatin dûrxistin: Serokê dadgehê İbharim Lorasdagi, dadwer Bariş Comert û Necla Yeşilyurt Gulbiçim.
Wekîlê Serokê HSYKê: Îdia diyar in
Li ser pirsa rojnamegeran a derbarê îdiayan de Wekîlê Serokê HSYKê Yilmaz got: “Îdiayên mijara gotinê ne diyar in. Hin îdia hene ku ev berdan berdanên bimebest in, ne li gorî hiqûqê ne û dûrî rastiyê ne.”
Bozdag: Ne ji kar standin e
Derbarê mijarê de Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî daxuyaniyek da:
“Ji kar dûrxistin, nayê wateya ji kar standinê.
Çi bibû?
Di doza lingê medyayê yê FETOyê de 26 jê girtî 29 kes dihatin dadgehkirin. Dadgeh biryar da ku Atilla Taş, Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Bayram Kaya, Bunyamin Koseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Gokçe Fırat Çulhaoglu, Habib Guler, Halil İbrahim Balta, Hanım Buşra Erdal, Huseyin Aydın, Muhammed Sait Kuloglu, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Oguz Usluer, Seyid Kılıç, Yakup Çetin û Yetkin Yıldız bên berdan.
Dozgerî li hemberî berdana Hanim Buşra Erdal, Ahmet Memiş, Bayram Kaya, Cemal Azmi Kalyoncu, Cuma Ulus, Habib Guler, Halil İbrahim Balta û Muhammed Said Kuloglu hatibû derketin û 26emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê serîlêdana dozgeriyê qebûl kiribû. Di vê encamê de derbarê 8 kesan de biryara zevtkirinê hatibû standin.
Ji bo Atilla Taş, Ali Akkuş, Huseyin Aydin, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Seyid Kiliç û Yetkin Yildiz de Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsîna “derbeyê” dabû destpêkirin û derbarê van kesan de biryara desteserkirinê derxistibû.
Di vê encamê de 21 kes herçiqas ku hatibûn berdan jî nekarîbûn ji girtîgehê derkevin.
(EKN/FD)