Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li peravên navçeya Kuşadasi ya Aydinê belemeyeke penaberan noqî avê bû. Di encama vê rewşê de li gorî zanyariyên pêşî 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Ewlekariya Peravê, saet 13.57 deqîqeyan agahî ji wan re hatiye ku belemeyeke lastikî noqavî avê bûye. Li ser vê rewşê 2 helîkopterên Ewlekariya Peravê û 3 belemên Ewlekariya Peravê dest bi xebata rizgarkirinê kirin.
Heta niha 11 cenaze hatine derxistin û 9 kes jî hatine rizgarkirin. Li gorî zanyariyên ku kesên hatin rizgarkirin dane, di belemê de 20 kes hebûn. Rayedar li ser vê agahiyê dest ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdan.
Fermandariya Ewlekariya Peravê diyarkir ku 2 kes bi tohmeta bazirganiya mirovan dikirin ji hêla Midûriyeta Emniyeta Navçeya Kuşadasiyê hatine zevtkirin.
Li gorî zanyariyên Fermandariya Ewlekariya Peravê, di 3 mehên peşî yên 2017an de 2 hezar û 145 penaberan xwestine bi rêya behrê koç bikin. Di van 3 mehan de penaberekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyên Rêxistina Koçberî ya Navdewletî jî di sala 2016an de 257 hezar û 786 penaber ji Behra Spî bi rêya behrê çû Ewropayê. 3 hezar û 120 penaber di vê deme de yan mir an jî winda bû. (BK/FD)